Cih Û Rola Xusrow Xanê Ii. Di Şerên Textê Îranê Ya Piştî Safewiyan De
Bibliographic Data
| ID | 21683702 |
|---|---|
| Authors | İbrahim Tarduş (0000-0002-8292-0921, Mardin Artuklu University, corresponding author) |
| Year | 2026 |
| Volume | 18 |
| Issue | 1 |
| Pages | 143-158 |
| Publication date | 2026-07-04 |
| Open Access | Yes |
| Type | ARTICLE |
| Venue | e-Şarkiyat İlmi Araştırmaları Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR) (JOURNAL) |
| Journal identifiers | ISSN: 1308-9633 • E-ISSN: 1308-9633 |
| Publisher | e-Sarkiyat Ilmi Arastirmalari Dergisi (PUBLISHER) |
| DOI | 10.26791/sarkiat.1853767 |
| OpenAlex | W7167358868 |
| Language | TR |
| References cited | 5 |
Dema Îran ketibû bin hikmê Afganan dewleta Safewiyan hilweşiyabû û li Îranê serdemekî nû dest pê kiribû. Lê Afganan li her deverê Îranê hikimraniya xwe nedabûn qebûlkirin. Gelek rêvebirên girêdayî Safewiyan li heremên xwe serbixwe tevgeriyabûn û hin ji wan jî ji bo textê Îranê şer kiribûn. Ev rewş bûbû sedem ku îstîqrara Îranê xira bibe û aloziyên mezin derên holê. Piştî derxistina Afganan, bi dorê xanedana Afşaran, xanedana Zendiyan û xanedana Kacaran bi şer text bi dest xistibû û Îranê bi rê ve biribûn. Vê pêvajoyê bandora xwe li Mîrektiya Erdelanê jî kiribû û mîrên Erdelanî jî di van şeran de cî girtibûn. Heta Xusrow Xanê II. bûbû yek ji namzetên textê Îranê. Armanca vê xebatê ew e ku di şerên textê Îranê de rol û ciyê mîrên Erdelanê û bi taybetî jî cihê Xusrow Xanê II. destnîşan bike. Ji bo vê armancê serdema hilweşîna Dewleta Safewiyan, serdema xanedana Afşaran, serdema xanedana Zendiyan û destpêka xanedana Kacaran hate ravekirin. Paşî di van serdeman de bûyerên ku li Mîrektiya Erdelanê qewîmine û bandora şerên Îranê ya li ser mîrektiyê hatine destnîşan kirin. Dawiyê jî serdema hikimraniya Xusrow Xanê II. û rola wî ya di şerên textê Îranê de hate analîz kirin
Bin · Heaven · Islamic Studies and History · Islamic Thought and Society Studies · Ottoman Empire History and Society
| Highly cited | No |
|---|